a photo of Seyda Perinçek

Seyda Perinçek

Delalo

Dilê min kanîya jiyanê ye loo Were jê vexwe şerbeta evînê delaloo Were jê vexwe şerbeta evînê Sersînga min baxçê bihuştê ye looo Bêminet lê razê hêlîna te ye delalooo Bêminet lê razê hêlîna te ye Xizna min tu ye hêz û hêvî ye bê te sêwî ye, yara te, yara te, yara te, yara te Tu hebe zindî ye Tu nebe mirî ye Rondikên çavên min ji kêfan re ye Berdêla èmrekî ew kenê te ye delaloo Berdêla èmrekî ew kenê te ye Ez gul im tu bilbil î qebqeba te ye Wargeha te ez im can gorî te ye delaloo Wargeha te ez im can gorî te ye Xizna min tu ye hêz û hêvî ye bê te sêwî ye, yara te, yara te, yara te, yara te Tu hebe zindî ye Tu nebe mirî ye Ez heyv im tu stêrk î li şevên sayî Dilxweşîya min û te ji derdan mayî delaloo Dilxweşîya min û te ji êşan mayî Bila kul û xemên me her bikin şayî Li wargehê evînê hêvî şîn bûyî delaloo Li wargehê xerabe evîn şîn bûyî Xizna min tu ye hêz û hêvî ye bê te sêwî ye, yara te, yara te, yara te, yara te Tu hebe zindî ye Tu nebe mirî ye Xizna min tu ye hêz û hêvî ye bê te sêwî ye, yara te, yara te, yara te, yara te Tu hebe zindî ye Tu nebe mirî ye

Bêjebêje © 2015-2024