Seyda Perinçek
Dilbirîn
Ez Seydayê Dilbirîn im
Ez bihirs û dilbixwîn im
Şev û roj binalînim
Sebra dilê xwe nabînim
Dayê negirî nelorîne
Hêstirên xwînî nebarîne
Dilbirîn û kezebxwîn e
Kêfa dijmin li me nîne
Birînên min har û dîn e
Xeyalên min tev kuştî ne
Ez hîn bûme dayika delal
Lê dilê min her roj şîn e