Seyda Perinçek
Dilo Tu Kor Be
Yek hate ket xwîna min
Ji min dizî vîna min
Ez termekî bêxwedî
Kî yê bigre şûna min
Dilo çavê te kor be
Dilo emrê qut be
Ê xelkê mirin carek
Bila ê te her roj be
Ez xortekî ciwan im
Bi dilê xwe nikarim
Min ew kir ber guhê xwe
Pê'l min kir ew a zalim
Dilo çavê te... (Dîsgotin)
Zalim ez serxweş kirim
Xayîn ez dilreş kirim
Bi mirb û dost û heval
Mîna xwe rûreş kirim
Dilo çavê te... (Dîsgotin)