a photo of Seyda Perinçek

Seyda Perinçek

Dilzêr

Delala min Kurd û Kurdistanî ye Dest û ember bêhna xwe jê girtiye Di jiyana min de hêz û hêvî ye Dil"bêhîmê" wek zarokê sêwî ye Dilzêrînê derketiye pencerê Awirên wê li dilan dixe xencerê Fîstanê wê kesk û sor û zerîn e Kembera nava wê zîv û zêrîn e Dilzêrînê derketiye pencerê Awirên wê li dilan dixe xencerê Fîstanê wê kesk û sor û zerîn e Kembera nava wê zêr û zêvîn e Delala min Kurd û Kurdistanî ye Dest û ember bêhna xwe jê girtiye Di jiyana min de hêz û hêvî ye Dil"bêhîmê" wek zarokê sêwî ye Dilşêra min ketiye qada cengê Sêr bikin li şewq û şemala şengê Çek û rext hildaye li hespê "yetê" Şoreşgerî pir li delala min tê Dilzêrînê derketiye pencerê Awirên wê li dilan dixe xencerê Fîstanê wê kesk û sor û zerîn e Kembera nava wê zîv û zêrîn e Dilşêra min ketiye qada cengê Sêr bikin li şewq û şemala şengê Çek û rext hildaye li hespê "yetê" Şoreşgerî pir li delala min tê

Bêjebêje © 2015-2024