a photo of Seyda Perinçek

Seyda Perinçek

Evîna Wendayî

Dilê te kevir e, çavên te xençer Nava min xwîn dike, bi hilm û navber Agir dicemide, li ber serma te Êdî bûye xeyal, miradê min û te Ez dilê te li kevir xim, Ewê agir jê here Ji hisreta te bûm xwelî, Te negotî tasek av Behra Wanê bi min re dîgîrî Bîranînên te histirî Dilê min kiriye qulqulî Te negotî merhemek Ji nûve ava bûm, bi êş û xeman Mirî bûm rakirin, ji xewa giran Evîna wendayî, ez kirim 'evdal Ket nava xwîna min, bê pirs û sewal Ez dilê te li kevir xim, Ewê agir jê here Ji hisreta te bûm xwelî, Te negotî tasek av Behra Wanê bi min re dîgîrî Bîranînên te histirî Birînên min bûn qulqulî Te neda ser merhemek

Bêjebêje © 2015-2024