a photo of Seyda Perinçek

Seyda Perinçek

Ewrên Bêbext

Ez axa tî, ez axa tî, tu ewrê tije ye Çima tu carekê, çima tu carekê Çima tu carekê navegirî Çavê min ma li rê Min nespêre taqê Ey ewrê bêbext Ma evîna te derew e Ez tazî me, ez tazî me Kirasê min nîne Roj bi roj diçe Roj bi roj diçe Xweşikbûna min namîne Bi hêsrê çavê xwe Min bixemilîne Ey ewrê bêbext Ma evîna te derew e Bi hêvî me, bi hêvî me Baweriya min neşkîne Rondikê çavan, rondikê çava Bi ser min bibarîne Giyanê bi temen Xelas ke ji mirinê Ey ewrê bêbext Ma evîna te derew e

Bêjebêje © 2015-2024