Seyda Perinçek
Ey Zalim Yarê
Agir bikeve nav dilê yarê
Li xerîbiyê ez tenê hiştim
Bira Ezrail ney ser ruhê min
Lazimî nema yarê ez kuştim
Ez bilorîn im ez bi nalîn im
Ez bi axîn im ey zalim yarê
Ev hezar salê çav digerînim
Qe te nabînim ey zalim yarê
Min ji te hezkir gelek bi rastî
Min te xistiye nava vî dilî
Ey kafirbavê çima te wiha kir
Te agir berda nava vî dilî
Ez bilorîn im ez bi nalîn im
Ez bi axîn im ey zalim yarê
Ev hezar salê çav digerînim
Qe te nabînim ey zalim yarê