a photo of Seyda Perinçek

Seyda Perinçek

Ez Çavreşa Xwe Nabînim

Dora min reş û tarî ye Ar bi dilê min ketiye Ez çavreşa xwe nabînim Felek rêka min girtiye Ez xezala xwe nabînim Felek rêka min girtiye Bê te jiyan bi me zor e Diçe ’emir mîna hor e Ji roja ku te nabînim Wan çavên min weke kor e Dil xeber şand bi bayê re Min go bibe ji yarê re Bila biskê xwe bişîne Bi wî çemê ber malê re Ezê biskê te hilînim Li ser birîna xwe daynim Hekîm tu yî derman tu yî Guneh dibe ez ne mirîme

Bêjebêje © 2015-2024