a photo of Seyda Perinçek

Seyda Perinçek

Ez Gerîla Me

Pêlav a min zer e, çekê min kesk e Balîfa min teht e, ez gerîla me Min xwe kir agir, ji bo ronahî Xweliya min hêvî ye, ez gerîla me Keça Serhed im, ji cihê sar im Dilê min germ e, ez rêheval im Omedya me, navê min Rewan Mertalê nirxan, ez gerîla me Pêlav a min zer e, çekê min kesk e Balîfa min teht e, ez gerîla me Min xwe kir agir, ji bo ronahî Xweliya min hêvî ye, ez gerîla me Lawê Amed im, li Sûra leheng Navê min Çiyager, şervan û çeleng Dîroka hemdem im, pir bi nav û deng Va ye dikim ceng, ez gerîla me Li bircên Amedê, Roza çavşîn im Li ser Zagros im, ez gerîla me Min heye yek can, giranbuha ye Ji bo we feda ye, ez gerîla me Xew ji bo min mirin, ez tim şiyar im Mala min şikeft e, ez gerîla me Avesta me, keça Efrîn im Mêvanê Bêrîtan, tola Arîn im Di dilê dijmin de, xwe diteqînim Nemirim jîn im, ez gerîla me Amed û Kerkûk, Koban û Efrîn Bi xwînê dikim jîn, ez gerîla me Mahabad û Şingal, Cizîra delal Zekiyê Şingal, ez gerîla me Li Cizîrê, Mihemed Tûnc im Pakîza pak im, ez gerîla me Li Mêrdînê, Botan Gever im Soroyê mêrxas im, ez gerîla me Li Amedê, Nûman Amed im Azad Sîser im, ez gerîla me Li Meraşê, Erdal Sîncer im Tirsa neyar im, ez gerîla me Li Dêrsimê, Mahîr Atakan im Dêrvîşê Kurda me, ez gerîla me Li Parîsê, Sara porsor im Dîroka partî me, ez gerîla me

Bêjebêje © 2015-2024