a photo of Seyda Perinçek

Seyda Perinçek

Gava Tu Çû

Gava tu çû dil ma li dû, ez û ez man rûbirû. (dubare) Evîn dijwar e tev pêt û ar e, birînên xedar mane bêçare. Bi hêvî bûm min gotê were, min ji ku zanîbû vê gavê tu venagere? (dubare) Ez canê te bûm, tu canê min bû, ji te qetandin bo min mirin bû. (dubare) Ez nêzî te bûm tu dûrî min bû, ez tim ê te bûm tu ya yekî din bû. Ez mirî me tu zindî ye, min ji ku zanîbû Vê gavê te min kuştiye? (dubare) Ez Memê te bûm tu nebû Zîn, Piştî tu çû, bûm har û dîn. (dubare) Ketim ranebûm carek şa nebûm, ên ku min dikuşt xeyalên te bûn. Dilê min sêwî êşek bêdawî, nema zindî dibin hêviyên mirî. (dubare)

Bêjebêje © 2015-2024