Seyda Perinçek
Gava Tu Çû (Piştî Te)
Gava tu çû dil ma li dû
ez û ez man rûbirû
Evîn dijwar e tev pêt û ar e
birînên xedar mane bêçare
Bi hêvî bûm min gotê were
min ji ku zanîbû tu venagere?
Ez canê te bûm, tu ne cana min bû
ji te qetandin bo min mirin bû
Ez nêzî te bûm tu dûrî min bû
ez tim ê te bûm tu ya yekî din bû
Ez mirî me tu zindî ye
min ji ku zanîbû te min kuştiye?
Ez Memê te bûm tu nebû Zîn
Gava tu çû, bûm har û dîn
Ketim ranebûm carek şa nebûm
ên ku min dikuşt xeyalên te bûn
Dilê min sêwî êşeke bêdawî
nema zindî dibin hêviyên mirî.