a photo of Seyda Perinçek

Seyda Perinçek

Gul Neda Behna Xwe

Gul neda behna xwe Bilbil ew dixwîne Roj nade tîna xwe Asîman xemgîn e Gelo bê te ez hiştim Li dû xwe nîvkuştî Xwezayê ji bo min Rondikan dirjîne Gelo bê ji te xwîn dirêje Hesreta te çav disoje Her du çavên min kûr bûne Nizanim şev an jî roj in Havîn bû zivistan Kul û xembariyan Bê te bûm li ser dil Wek naylon heliyam Agirê nava min her diçe kûr dibe Ne ez kirim xwelî Û ne jî tefiyan Gelo bê ji te xwîn dirêje Hesreta te çav disoje Her du çavên min kûr bûne Nizanim şev an jî roj in

Bêjebêje © 2015-2024