a photo of Seyda Perinçek

Seyda Perinçek

Hûn Yekser Çûn

Piştî salekê tev Seîdan Bi xeyal çûn li ser şehîdan Hêstir barîn ji dilî dan Wek barana tev li bayê Kîjan evdê serbilind bû Ew ê mêrxas û hem rind bû Mazûban bû ew ji gund bû Çima wa deng ji wî naye Bi ker û lalî qet çênabe Mazûbantî wiha çênabe Mêvan hatin Evdo rabe Ey wax, rabûn ji te nayê Ma tu keça bêrîvan î Keleş û rextê te kanî Tu şehîd ket keleş danî Bêrextî li bejna te nayê Bêrîvana ?îstilînî? Dilbîrin ji bo te derînî Bi keleşê bike tîlîlî Hey dîrandin ji te naye Heval Remzî tu xezenfer bû Wekî piling bû hezber bû Pêşmergê kurdê Omer bû Min tu nedî li dinyayê Heval Seyda tu gernas bû Bo gerîla rêçenas bû Neyarê kesên xenas bû Lê tu zû çû ji dinyayê We xatir xwest ji Kurdistan Ketin bin axa goristan Kurdistan ma di bin destan Hûn yekser çûn ji dinyayê Ne Îsa me ku we rakim Ne Mûsa me li dûr bang kim Mîna Yaqûb çiqas bang kir Wek Yûsiv yek ji we nayê Ez reben im dilbirîn im Çiqas çavan digerînim Ji we yekî qet nebînim Li ser rûkara dinyayê

Bêjebêje © 2015-2024