a photo of Seyda Perinçek

Seyda Perinçek

Keder

Her gotin mirin bû Xweş nebû şûna wan Hêrsa te bû lehî Û xeniqî jiyan Te ez hiştim bê çare Hebûna min bar e Giyana'm qurmiçî Xeyalên te jehr e Yar bi kêr û xencer Jê ke dil û ceger Birînê'm bide der Bes e ev keder Para min bû agir Heviyê min bûn xwelî Nava min bû tenûr Agir jê difûrî Ruh ji can qetiya Bû teyrek firiya Çuyînek bê veger bû Ev çîrok qediya Yar bi kêr û xencer Jê ke dil û ceger Birînê'm bide der Bes e ev keder

Bêjebêje © 2015-2024