Seyda Perinçek
Lê Lê Dayê
Lê lê dayê
Nebê "çima kurê min kuştine" lê..
Ez qurbana çavê belek
Nebê "çima neşûstine" lê..
Wan kefenê mirinê çirandine lê..
Ew şehid in, ew rêber in
Ew nemir in lê..
Lê lê dayê
Nebê "Oxirê min hîn zarok bû" lê..
Ji emrê wî bêtir
Gula li can barandine, lê..
Ez qurbana porê xelek
Nebê "çima bê mezel in" lê..
Dilê gelê Kurd û Kurdistanê hemiyan
Ji wan re helîn û bihişt in
Ew şehîd in, ew rêber in
Ew nemir in lê..