a photo of Seyda Perinçek

Seyda Perinçek

Lecwan û Çekdar

Çekdarê dilzêr rûgeş û çeleng Li çiyayên azad bi rext û tifeng Ji bo Kurdistan bû nexşe û deng Xwe ji bîr nakin, dilsozê legeng Tu bûye çira, li şevên bêdeng Ronahiya te bûye çewq û şeng Dijminê xwînxwar, bê rawestandin Li Çiyayê Qendîl, bombe barandin Lecwan û Çekdar ser netewandin Balefirên wan hildiweşandin Wan bi xwîn û can, dîrok kolandin Li nav mirinê, jiyan derandin Tim serbilind in, dê û bavê te Pîroz û ked e, şopa dilê te Çekdarê hêja, ka Lecwanê te Hêlîn ava kir, li ber sînga te "Dila" li dû ne, mîna çavê te Erdê namîne, heyf û tola te Dijminê xwînxwar... (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024