a photo of Seyda Perinçek

Seyda Perinçek

Mirina Bi Saxî

Min got ez xortek im, ezê evîndar bibim Min ji ku zanî bû mirinê, ezê pê jar bibim Îro bûme 'evdal bi çola ketime Keçê min ji ku zanîbû, ezê korr û lal bibim.. Mirina bi saxî, navê wê eşq e yar Dest bide vî canî, tev bûye pêt û ar Nema fêyde dike ev qêrîn û hawar Keçê min ji ku zanîbû ezê korr û lal bibim.. Bîrek bê binî ye, nikarim derkevim Dengê min dernayê, bê ziman û dev im Wek miriyê serê wî kevirê qebrê kevim Keçê min ji ku zanîbû ezê pê dax bibim

Bêjebêje © 2015-2024