a photo of Seyda Perinçek

Seyda Perinçek

Ne Çarim

Ez bûm dayîka şaristaniya îro mam tenê li binê piya Kurdo min xilas kin Ji zordestîyan Ez namûsa te me Xwediyê min tu yî Neyar ez kirim parî parî Dil li alîkî, ser li alîkî Rih li alîkî, can li alîkî Ez yek im, ne çar im Pîroz im, Kurdistan’im Ez yek im, ne çar im, Kurdistan’im Çar aliyê min hemû xizne ye Çavê neyara hemiya tê de ye Kurdo min guhdar kin Bangam li te ye Çima ez bindest im, gazinê’m heye Neyar ez kirim parî parî Dil li alîkî, ser li alîkî Rih li alîkî, can li alîkî Ez yek im, ne çar im Pîroz im, Kurdistan’im Ez yek im, ne çar im, Kurdistan’im

Bêjebêje © 2015-2024