Seyda Perinçek
Negrî Çavreşa Min
Va dikin ceht û xebat,
Ji bo azadiya welat. (dubare)
Ta ku em ala rengîn
Ji Kurda re bikin xelat. (dubare)
Negrî çavreşa min
Negrî delaliya min
Negrî çavreşa min lê
Negrî delaliya min
Derda li min nekî bar
Derda li min nekî bar. (Dubare)
Seydayê dilbirîn im
Bi hêrs û dil bi xwîn im (dubare)
Şev û rojê bi nalînim
Sebra dilê xwe nabînim,
sebra dilê xwe nabînim.
Negrî çavreşa min
Negrî delaliya min
Negrî çavreşa min lê
Negrî delaliya min
Derda li min nekî bar
Derda li min nekî bar.. (dubare)