a photo of Seyda Perinçek

Seyda Perinçek

Sê Jîn Sê Jiyan

Dil bûye kevir, mejî bûye ka Ser û dest bûn meqes, rih kirine dar Can kirin pêl bi ser dikevin Pergal hilweşin ew ê bikevin Li ser text bêhiş dibin Dikujin, serxweş dibin Bi xwînê dilxweş dibin Wê di dîrokê de rûreş bibin Dikujin, dilgeş dibin Wê di dîrokê de rûreş bibin Ew sê çira bûn, weke çiya bûn Qet netewiyan, tim bibiryar bûn Bi dilan çandin tovên jiyanê Xemilî dîroka Kurdistanê Li ser text bêhiş dibin Bi xwînê serxweş dibin Dikujin, dilgeş dibin Wê di dîrokê de rûreş bibin Hilandin tola pênc hezar salan Koletî kuştin avêtin çalan Kirin şoreşa mirovahiyê Bûn tirsa dilê dagirkeriyê Li ser text bêhiş dibin Bi xwînê rûreş dibin (Bi xwîna gelê'm serxweş dibin) Dikujin, dilgeş dibin Wê di dîrokê de rûreş bibin

Bêjebêje © 2015-2024