a photo of Seyda Perinçek

Seyda Perinçek

Tu Jî Çêke Starek

Çûka bê hêlîn nema, çima tu bê war maye Xelkê bar kir çû heyvê, qey tu di xew de maye Emrê mirov hindik e, zû dema te nema ye Li ser erda cîhanê, tu jî çêke starek Ker jî bê cil nemaye, tu bê sol û tazi ye Hespa min jî rewan e, tew kubar û nazli ye Ez fahm nakim çima tu bi vî halî razî ye Ger eyarê ga be jî, bidrû li te bimbarek Eger ku tu bê welat û tim birçî û tazî be Li koşkên dewlemenda, tê tim li ber derî be Eger ku tu bê welat û tim birçî û tazî be Li koşkên Ewrûpayê, tê tim li ber derî be Mafxwestiyê xwe be tim, ne histûxwar û dîl be Li hember koletiyê, tu jî çêke sînorek Mafxwestiyê xwe be tim, ne histûxwar û dîl be Li hember dagirkeran, tu jî çêke tifaqek

Bêjebêje © 2015-2024