a photo of Seyda Perinçek

Seyda Perinçek

Tu Nabê Çi

Dilo çavên min xezalek dît Ez bimirim tu nabê çi Çavên wê reş û belek e Ez maçî kim tu nabê çi? Gepê wê sêvê Meletî ne Lêvên wê şîr û şerbet in Gelek cih û war bi dû ketin Ez jî herim tu nabê çi? Aaay Oooy niştiman e Kurdistan e, ew xezal e Kirasê wê kesk û sor e Kemera nava wê zer e Ba min dike, dibêje were Ez ê rûnêm tu nabê çi? Dilo dilê te bi vîn e Xezal ?dide şewiqîn e? Vî canê min dikewîne Ez bihelim tu nabê çi? Aaay Oooy niştiman e Kurdistan e, ew xezal e

Bêjebêje © 2015-2024