Seyda Perinçek
Welatê Min
Min dilê xwe girêdaye
Her roj di qefesan de ye
Bes tu bigirî "nigan" da ye
Destê min e "nigan" da ye
Ji bona te welatê min
Min jiyana takekesî
Dîlgirtiye ew, bindestî
Jê re tune ye serbestî
Ji bona te welatê min
Min ji xwe re hêlîn çênekir(ava nekir)
Û carek xwe pê şa nekir
Min bi ya dilê rezîl nekir
Ji bona te welatê min
Ne pêwîst e ku ez bibînim
Tê azad bibe, bi hêvî me
Bi dilxweşî cangorî me
Ji bona te welatê min