a photo of Seyda Perinçek

Seyda Perinçek

Yarê (Ay Lê Lê)

Çima tu wer dûr direvî ? Ne xerîbê te me yarê Dil qazana eşqa te ye Ez tê de dikelim yarê Ay lê lê … Berxê lê lê… Dînê lê lê … Xwestiyê te me Ay lê lê … Berxê lê lê… Dînê lê lê … Goriyê te me Gelek evîndar şewitîn Ji wan neçêtir im yarê Ji xweliya vê laşê min Gorîna min çêkin yarê Ay lê lê … Berxê lê lê… Dînê lê lê … Xwestiyê te me Ay lê lê … Berxê lê lê… Dînê lê lê … Goriyê te me… Bila kefen ji alê be Li min bigerînin yarê Bila tu tim ser bilind bî Çav vekirî narim ez yarê Ay lê lê … Berxê lê lê… Dînê lê lê … Xwestiyê te me Ay lê lê … Berxê lê lê… Dînê lê lê … Goriyê te me

Bêjebêje © 2015-2024