a photo of Seyda Perînçek

Seyda Perînçek

Yek Ji Min Çû

By: Ciwan

Yek ji min çû, yek ji te çû Ji me herduyan bêtir çû Dilê dayikan çû Hêviyên zarokan çû Mirovahî çû. Pir xedar in bi hevkar in Ji hev dûr in, dijwar in Em celladên hev in Ji xelkê re rênçber in Bê ilm û huner in Xwedî war in, hustûxwar in Li axa(mala) xwe mêvan in Neviyên Kawa ne Qewmekî kevnar e (Ji hesin û ar e) Ji her tiştî bêpar e Dilê dayikan çû Hêviyên zarokan çû Mirovahî çû. Em celladên hev in Ji xelkê re rênçber in Bê ilm û huner in

0

Bêjebêje © 2015-2025