a photo of Seyda Perinçek

Seyda Perinçek

Yek Ji Min Çû Yek Ji Te Çû

Yek ji min çû yek ji te çû, Ji me herda didû çûn. (dubare) Dilê dayîka çû, hêviyê zaroka çû, Mirovahî çû. (dubare) Pir xedarin bi hevkarin Bi hevdû re dijwarin. (dubare) Em celad ê hev in, Ji xelkê re rêncber in, Bê ilim û honer in. (dubare) Xwedî warin histûxwar in, ser axa xwe mêvan in. (dubare) Neviyê Kawa ne, ji hesin û Ar in, Ji her tiştî bêpar in. (dubare) Em celad ê hev in, Ji xelkê re rêncber in, Bê ilim û honer in..

Bêjebêje © 2015-2024