a photo of Seyda Perinçek

Seyda Perinçek

Zarok

Dil û mejî yek bûna Gur û pez li hev bûna Vîjdan ne kevir bûna Em ê jî azad bûna Ey serdestê cîhanê Hela werin meydanê Bivin zarok û dayik Hûnê werin îmanê Ez ji we ra dibêjim Bes bi xwînê birêjin Nefsa kubrê kêr bikin Me jî birçî têr bikin Xwedê çi xweş dibêje Mirov nekuje mirov Ji exlaq dûr nekevin Ji bo ku hûn nebin hov Bexçê mirovahiyê Reng sipî sor û zer e Çanda gela xweş dike Exlaq ji re rêber e

Bêjebêje © 2015-2024