a photo of Şeyda

Şeyda

Heya deng raza

Heya deng raza min ban dikir dilber can Kesera dilêm himbêz dikir aso man Gemiya xweziya ji dilêm koçber bibû Dîsa vedigeriya li dilê min poşman Gemiya xweziya ji dilêm koçber dibû Dîsa vedgeriya lo dilo, li te poşman e Dilber yar Dilber yar Dilber yar #INSTRUMENTAL Karwan li dor xeleka çavê te dikin meş Ta bighêjin tewafa her dû kevrêt reş Paytexta mezda ye perestim ez tê de Peyva navê te sed carî min kir serxweş Paytexta mezda ye perestim ez tê de Peyva navê te sed carî min kir serxweş Dilber yar Dilber yar Dilber yar #INSTRUMENTAL Dilber xwezî sed car xwezî Dilber xwezî sed car xwezî dilber Dilber xwezî dîdarî carek li me bê Wê gavê mirin wê li canê min xweş bibe Heger jiyanek nû li dinyê ji mir hebe Xweziya mi ji mezda ye ku dilber ya min be Heger jiyanek nû li dinyê ji mir hebe Xweziya mi ji mezda ye ku dilber ya min be Dilber yar Dilber yar Dilber yar

Bêjebêje © 2015-2024