Skip to main content
a photo of Şeyda

Şeyda

Keça Kurda

By: Ciwan 146.4k BB · Top Contributor

Te ez kuştim keça Kurda Ji çavê reş, misk û mey da Te ez kuştim, off, keça Kurda Ji çavê reş, misk û mey da Jiyan bê te, berê şev bû Tu bû heyvek di wê şevê da Jiyan bê te berê roj bû Tu bû xalek di dêmê rojê da Te ez kuştim, keça Kurda Te ez kuştim, off, keça Kurda Ne her kesî ebrû kêşa, niçîrvanin Ne her kesî tilî livand tembûrvanin Ne her kesî ebrû kêşa, niçîrvanin Ne her kesî tllî livand tembûrvanin Siwarê çavên te yî reş Tenê zanim, xweş hozan im Siwarê çavên te yî reş Tenê zanim, xweş hozan im Tenê ez kuştim, keça Kurda Tenê ez kuştim, ax ax, keça Kurda Kennê bîska li ser dêma dilîzin Helbest awaza ji çavan dibhîzin Kennê bîska li ser dêma dilîzin Helbest awaza ji çavan dibhîzin Mem û Ferhad li ser sîngê Hêvî û xweziyê xwe dughêzin Mem û Ferhad li ser sîngê Hêvî û xweziyê xwe dughêzin Tenê ez kuştimê tenê, keça Kurda Tenê ez kuştim, off, keça Kurda

Bêjebêje © 2015-2026