the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Seyfullah

Mewluda Kurmancî

Hemdê bê hed bo Xudayê `alemîn Ew Xudayê da ye me dînê mubîn Em kirîne ummeta xeyr-ul beşer Tabi`ê wî muqtedayê namiwer Ew Xudayê malikê mulkê `ezîm Daye me mîrasa Qur`ana Kerîm Dînê me kir kamîl û nî`met temam Ye`nî da me Ehmed û dar-ûs-selam Ew Xudayê bê nezîr û zulcelal Bê mîsal û bê heval û bê zewal Raziqê bê dest û pa û mar û mûr `Alimê sirra negotî der sudûr Karîsazê bende û sultan-î-can Rahîm û Rehman, letîf û mîhrîban Asîmanê bê sitûn wî kir pedîd Sûretê ba xal û xet wî aferîd Hêvîdar in em ji te şahê Kerîm îhdîna ya Reb sîrat-el-musteqîm Nê ji me sûc û xeta tên û sîtem Lê ji te îhsan û xufran û kerem Ya Reb îmanê dixwazîn em mudam Jêrê ala ya Muhemmed wesselam Ger divêtin hûn ji narê bin necat Bi `işq û şewqek hûn bibêjin esselat Ber tu ba da her zeman û an û hîn Ey Muhemmed sed hezaran aferîn Ey şefî`ê darû yê her `îlletê Dîde û bînahiya vê ummetê Destigîr û mustexasê her dû kewn Bo gunehkaran penah û puşt û `ewn Sellî ya Rebbî `ela xeyr-îl-beşer Ta hebin teyr û bixwînin ber şecer Ew hebîbê rohnîya heft asîman Herdû `alem qalib, ew ruh û rewan Xak-î-payê Ehmed ew Beyt-ul-Heram Lew şerîf in Zemzem û Rukn û Meqam Sellî ya Rebbî `ela xeyr-îl-wera Ma tesîrûş-şemsû fîs-seb`-îl-`ûlla Fexrê îbrahîm û îsmaîl û Nûh Mustefa yê bawefa yê bafitûh "Ma remeyte îz remeyte" goşidar Destê wî destê Xuda der kar û bar Sellî ya Rebbî `ela xetmîr-rusul Ma yemûc-ûl `aşîqûne fîs-subul Ew kelîmê xweşnewayê çerx-î-tûr Daxîdar im bo wî sîmayê bi nûr Ey şefî`ê sahibê alayê hemd Min hene bê hed guneh, nisyan û `emd Lê mi hêvî wasiq e dê ez feqîr Jêrê alaya te bim roja `esîr Ger divêtin hûn ji narê bin necat Bi `işq û şewqek hûn bibêjin esselat Her kesê gûhdarê Mewlûda Nebî Dergehê mîzgînîyan dê lê vebî Gotî wî Pêxamberê `alî sifet: Mewlûda min her kesê mezin biket Ez şefî`ê wî me roja mehşerê Dê vexwut ew tasek ava kewserê Serfê Mewlûda mi yek dirhem pere Hemberî yek kohê zêrê ehmere Fî sebîl-îllah bibexşî ber feqîr Qedrê Mewlûdê bizanin hun kebîr Hem ji bo Bekr û `Umer hat ev xeber Hem ji `Usman û `Elî çêbûn eser Dîrhemek bêt serfê Mewlûda Nebî Xêrekî mazin ji bo hasil dibî Hem ji şeyxan bû rîwayet ev xeber şeyxê kerxî, Fexrê razî, ba diger Her kesê hazir biket ew yek te`am Ba buxur û şerbet û qedrek temam Gazî ket îxwan û hilbîtin çira Bête xwendin Mewlûda xeyr-ul-wera Tête heşrê ew digel xelqê berî Ye`nî ba Pêxamberanî enwerî Herçî bînît, hindî tiştê xwarinê Dê mûbarek bît li ber vê xwendinê Bête xwendin ger li yek sikke-dîraf Dê mûbarek bin derahim bêne zaf Bête xwendin ger li avê, yê vexwet Rehm-î-nazil cumleyê `îlett dibet Her cihê lê bête xwendin rehme lê Dê Melek bibin tijî wê menzîlê Xanîyê lê bête xwendin ev sela Dê bibîte ba`îsê def`a bela Bo xudanê zadî yû bo hemnişîn Her selatan dê bidin kerrûbîyîn Dafi`ê cumle hesûdê çav xirab Der mezarê sehle lê redda cewab Pirr kesan dîtin keramat û eser Ji xwendina Mewlûda xeyr-il-beşer Her wekî hatîye gotin bê hîsab Lê neşçm bêjim ji tetwîla Kîtab Qedrê Mewlûdê nizanim bêjim ez Lêk hişiyar bin nebîte cerge-bez Ger divêtin hûn ji narê bin necat Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat Girtî yek qebde ji nûra Xwe Xuda Gote wê: "Kûnî Hebîbî Ehmeda" Hêj ne erş û ferş û kûrsî û qelem Hêj ne lewh û Enbîyayê muhteşem Saliha tesbîh kir nûra şigerf şeş mîet elf û çihar û bîsti elf Paşî bo wî çêkirî dwazdeh hîcab Her yekî xwiştir ji yadî bê hîsap Qudret û te`zîm û mînnet, merhemet Hem se`adet hem keramet, menzîlet Hem hîdayet hem nubûwwet, rîf`ete Ta`ete yazdeh, şefa`et temmete Her yekî westabû tê da çendî sal Lê `eded-mespare `ilmê Layezal.” Her yekî tesbîhekî xas û cuda Daîma tesbîh xwendin bo Xuda Paşî avête çihar behrê mezin Wî Xuda yê “Layezalê” îns û cin Behrê nusret, sanî behrê merhemeh Behrê qudret, behrê îrfan, în hemeh çûn ji behrê me`rîfet ew hate der Qetre jê werya bi îlham, ew qeder Sed hezar û hem çihar û bîst-i elf Her yekî bû yek Nebîyyê dil-şigerf Paşê Wî çêkir ji nûra namiwer Cewherek, lê kir nezer ew bû du ker Nisfê ewwel dayê çavê heybetê Nisfê sanî dayê çavê şefqetê Nisfê ewwel bûye behr û her li vî nê ji tirs û heybetê qet nanivî Hem kelî ew behr û kef da û dûxan Kef bûye erd û dûxan bû asîman Nivîka di çêkirin jê çari çîz `Erş û kursîyyû qelem, lewhê temîz Hate emrê “Padîşahê Layezal" Malîkul mulkê Celîlê Zul-celal: “Ya qelem binvîs bi emrê Padîşah” “Ez çi binvîsim? biferma ya îlah! Qale: "ûktûb Laîlah îlla ene" Hem Muhemmed Qasidê emrê min e Sacîd û bêhiş girî sed sali dî Ser hilîna got îlahî seyyîdî Ez dizanim Laîlah îlla Tu yî Ew Muhemmed hemberê îsmek bûyî Kijke ya Sultanê ba cud û kerem? Padîşahê sermedî got: Ya qelem Ger nebûya ew Muhemmed, lewh û `erş Min netîna ne wucûdê ta bi ferş Ney tû ney Cennet û narê mezin Cumle eşya min ji bo Wî çêkir in Muhbetê hîngavt û şeq bû ew qelem Ma li ser lewhê nivîsê dem bi dem Serxweş û şûkranê Wî navê şirîn Paşê ba îlhamê Rebb-êl `alemîn Gotî ewwel: -Ya Muhemmed Es-selam Hem Eleyke gotî Rebbê “La yenam.” Da cewaben `en Hebîbê-l îzzetê: We Eleyke Es-selam û Rehmetê Bûye Sunnet lew selam û redd e ferd Cûmle ehwal paşê hingê kirne erd Wî nivîsî pêkve Ummet qencîkar Cennetîyyû `esîyan dê biçne nar Ummeta Ehmed nivîsî ehlê Nûr Ummet-un muznîbet-un Rebb-ûn xafûr Cumleê ehwalê `alem bêş û kem Wî nivîsî borî yû hişk bû qelem Ger divêtin hûn ji narê bin necat Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat çûn îradet hate sultanê refî` çêkirî Adem bi vî şiklê bedî` Emrî hate goşê Cibrîlê Emîn: Qebde`ê bîne ji beyda`ê zemîn Ew dilê erdê û hem hûsn û biha Zîneta meknûn û dûrra bê biha Hatî Cebraîl li ba emrê Letîf çengekî axê ji wê qebra şerîf Girt û ba tesnîmê safî kir hevîr Têkveda heta ku ew qenc bû xemîr Bû wekî dûrra sipî wê se`atê Xewte da der çûyibarê Cennetê Emrê Cebraîl kirî paşê çûnan Wê bi gîre der zemîn û asîman Behr û berr û şerq û xerbê `alemê Hate gêran hêj ne behsa Ademê Nê hezaran Salê çûne axîrî Ew nebî bû Adem hîj av û herî Paşî hingî xaliqê her sûretê çêkirî Adem bi destê qûdretê Pif kirî ruhê xu ew bû nazenîn Lew Melek hatin ji bo wî sacidîn Bû xezîne ew ji bo dûrra yetîm Danîye pişta wî ew Nûra `Ezîm Paşê bir avête baxê Cennetê Xeyrî darê jê bixwe j` her nî`metê Sef bi sef westane pişta wî Melek Nazirê Nûra Muhemmed ew Melek Gotî Adem ew Melaîk bo çi her Wî li pişta min dikin daîm nezer Rebbê `alem gotî Adem ey mûlî Tu ji bo Nûra Muhemmed hamilî Ew Hebîbê Min di pişta te zuhûr Lew Melek têne temaşeyê ji dûr Gotî Adem ey Xuda wendî felek Min divêtin bêne pêş min ew Melek Hem bi fermana Xuda wê se`atê Nûr ji piştê hate nîva cebhetê Hin dibêjin hate tilya şahidê Lê heqîqet her dizanitin Xudê Mislê rojê hatîye ew ca felek Hem teheyyur Adem û hindî Melek Gotî Adem ya Rebb ew Nûra qebûl -Ma te tiştek? Gotî Eshabê Resûl Gotî Adem: -Ya îlahî qenc e bêt Bête tilyan her çi maye, Min divêt Nûra bû-Bekir di wastayê `Umer D` bunser û `Usman di xunser musteqer Hate îbhamê dibên nûra `Elî şu`lê da tilyan û Cennet muncelî Hatî Hewwa û nezer da nûrî saf Gotî: - Ya Adem çi nûre pir şefaf ? Gotî Nûra yek Nebî yê mezin e Seyyîd û hem serwerê nesla min e çûnkî bê emrê ji Adem bû zîhar Nûr ji enyê hate piştê bû sitar Nê ji darê xwarin herdu kan şîrîn Hûlle ê Cennet ji bejnê da firîn îhbîtû mînha cemî`en hate emr Adema dî pêkve lakîn bi sebir Der „Seren" dîbê bi erdê ket girî çend salan rohnîkê wî bûne herî Rohnîkê wî şîn kirin dar û nebat çûn di erdê da û pa û mayi mat Pir girî û xweş girî bê hed gelek Newhe ê „înna zelemna" çû felek Rojekê ew der sûcudê bê mefer Pir girî û hem li erşê kir nezer Dît nivîsî „La îlahe-îlellah Ba Muhemmed ba Resûlellahê şah Got: - bi heqqê an Muhemmed key, te, neqş Wî kirî ba îsmê Xu ber saqî `erş Tu bi xufranê min ê bêçare, ah Hate Cebraîl li ba emrê îlah Ser hilîne Adema `Efwa Celîl Bo te hat û rabe ey zîba cemîl Hurmeta navê Muhemmed an Resûl Tewbeya te bû qebûl û her qebûl Ger divêtin hûn ji narê bin necat Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat çûn ji Adem nûra Ehmed bû cûda Hate puşta şîsê burhan-ul hûda Hate eslabê bûtûnî tahir e Qet nebû yek jî, xerab û facir e Fewqê `Ednan ta ji Adem îxtîlaf Tê heye lew bî tîfaq e ev mesaf Jêrî Ednan ta ji `Ebdullah guhest Bîst û yek babin, hemî rast û durust Hin yekî ‘Ednan û Me`d û hem Nezar Mudr û îlyas in bizan ey goşîdar Mudrîke paşê Xûzeyme taze `eyş Hem Kenen e paşê Nedr e bû Qureyş Malîk û hem Fehr û Xalîb hem Lûwey Ke`b û Mûrre hem Kîlab û hem Qusey Hem ji puşta wî Quseyyê pak û saf Ew emanet hate nik `Ebdûlmenaf Hem ji nik `Ebdulmenaf ew muxtefî Hate pişta Haşim ew Nûra sefî Hem ji Haşim bû emenet munqelib Hate bû mêhvanê `Ebdulmuttelib Sîlsîla wî ta bi Adem da û bab Pêkve di biçne bihîştê bê hîsab Ger divêtin hûn ji narê bin necat Bi `işq û şewqek hûn bibêjin esselat Hem ji Abdûlmuttelîb bû hamîle Fatîme hem mûdde teş bû kamîle Ji bo Abdullah bi hûkmê sabîqe Nûra Ehmed der cebîneş barîqe Mazharê nûra Mûhemmed hatî ew Pak û nûranî mûeyyed hate ew Girtî xwinê cûbbe ê yehya çûnar Wê demê bû yek şehîdê bê şûwar Hişkê bû ew xwinê birin rûzîgar Ta wûcudê Abdullahê namîdar Taze bû ew xwin û mercan bune rêz Rahiban got ay û way exbarê nêz Wextê rabit Ehmedê alî alem Nasixê tewrat û încil û sanem Hat xudanê seyf û Qur’ana mûbîn Xwinê Yehya bû nîşana wî yeqîn Lêk vegeryan hem sûal û hem cewab Way û weylê kefte nav ehlê kîtab Wan yeqî kir Abdullah hate wucûd Ba’adawet qast kirin qetla wî zûd Ger divêtin hûn ji narê bin necat Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat Ehlê kizb û ehlê zûr û îftira çendî caran hatine um-mûl qura Abdullah der hivzê sultanê wedûd Nûra Ehmed dafi’ê şerrê yehûd Abdullah mezin bu ba naz û delal Canê Abdûlmuttalib ew meh û sal Xweş divê babê azîzê maderê Rohnîya malê û zîba esmerê şikl û sîma mislê bedra asîman Nazik û rana û nûra xanedan Dîlber û mehbûb û şîrîn wek şeker Herkesî ew dî û dil lê bu duker Dohtî çakanî kureyş û hem ereb Muntezir bun pêkwe bo wî roz û şeb Her yekî hîvî dikir ew bit qebûl Ba yekî wî qet neda meyla wusul Bu di aza ew ji fikrî în û an Yumnî nûra Ehmedî bûba sîban Rojekî wî gote babê ey emîr Saeta ez biçme betha û sebîr Min ji piştê tê te der nûrek mezin Radibitê ser serê min ew ji min Ez di bînim minqasim bu ew duker Yek di şerqê yek di xerbê çuye der Tête vehcespan û çapûk bide reng Tête ser yek mislê ewrê taze reng Ez dibînim asîman buye dû şeq Radibit ew nurê ta bi heft tebeq Tête veh-fil- halî zanalî maqam Ez dibînim tête piştamin temam Seata rûnim li ser mehda zemîn Min acaîp tête pêşmin aferîn Hem ji erdê tête semê ev kelam Wî digelte Ehmed wes-selam Her çi darê hişkê ez çume binî Bu hîşîn kesk ji bekan pir xenî Bû sî û sewan li ser min nagîhan Ez ku çum bu hişk û bê belk û xûsan Ew remz û hale babo bêje min Gote babî rohnîya çavê di min çavê min mizgîn l ite ey nazenîn Dê ji te zahir bitin şahê emîn Hêvîya min wasiqe Dê radibîtin Ekrêmê alem ji te peyda bitin Eşrefê mexlûk û siltanê cîhan Dê ji te zahir bîtin bê şik bi zan Min dîye der xewab û mame mûntezer Ehmed ji pişta teye canê peder çûnkî Ebdillahê rabû pakî zat Xweş li qetla wî cihûdan kir xebat Rahib û ehbar û hem ehlê kîtab Ji agirê kerbê hemî bune kebab Hatine heftê cihûd ez milkê şam Taze beyat best û ehd dane temam Cengî û merdê dila wer şûreger Pêkve xwarin sund û bestên taze şer Ta neêtê kuştin ew zîba heram Yek ji me naêtê ax û milkê şam Rahê sehra girt ewanê kîne dûz Mislê kûndê her bi şev çûne birûz Zû gihîştin çûne dora mekkihê Ketne bestan mislê ava bin kehê Da bibîn kengî dê bêtin firsatê Newbedar ketne kenarê heyşetê Rojekî wan di bi çolêde meşî Talibê neçîr û ahûyê xweşî Wan ku di raburî Evdillah çûnan Ba tenê tenha bi çolêde rewan Firseta xwe dîn û rabun şûr û hesin çûn di payde mislê gûrê dev bi xwîn Ger divêtin hûn ji narê bin necat Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat Hem di wê rojê li sedyê bu weheb Yanî babê Emîna alî neseb çûn seda hat û weheb lê kir nezer Hate Evdillahê qewmê xwînceger Refde gûrkek hate berxê newciwan Lê belê hişyare lê zîba şivan Nagîhan fikrî weheb di ji asîman Hate xwarê leşgerê rewhanîyan Xeybeyanê keksê puşî gulîzar Hatin û jêk rakirin ew tar û mar Terfetûl eynê cihûd berbat kirin Wan ji iqlîmê cîhan winda kirin Seata sirrê ji xeybê dî weheb Maye heyran û fe maye der eceb çûn ji Evdillahê dît ew sir û hal Xweş li lewhê dil nivîsî ev xeyal Ger qebûl ket min daye wî Emîna Pak û masûmê hebîb û mûqîma Ger divêtin hûn ji narê bin necat Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat Paşî wê sirra azîm û nûr û tab Nazîlê qelbê weheb bu îttirab çapûk û çespan vegerya hate mal Wî hîkayet got ji bo mala xwe hal Hem hîkayet ji bo zewcê weheb Hem keramet hem ji cenga bûl-eceb Gote zewce qence qasit bî ji min Rabî bî çî xanedana der mezin Bêje Evdilmittalîb min Emîna Wê li nîk zîba afîfa mûqîna Gotî Evdillah bi bitin ew qebûl Temşîyet dê bit û çê bît usûl Nazik û sîma xweş dîlber ewe Layiqê wî babê ta wî her ewe Hatî Evdîlmûttalîb kir ba xeber Hem di Evdillahi hûbbê kir eser Gotî dayê rabe ey zîba xîsal Zewceyê bo min bi xwaze bes delal Ba cemal û ba kemal û ba edeb Xweş eda şîrîn lîqa alî neseb Zû di rabû Fatîma dil şadî man Mazirê ber suretê gûlçehre kan Pir şepal û gûl rixanê taze eyş Sakînanê perdeyê alê qûreyş Dil newa û pêkve naz û qende leb Kes nedî şîrîntir ez binta weheb Emîna gûl bu di gûlzarê cemal Hûsnî û bê hed qad û qamet ittîdal Dê çi bêjim ez cemal û marîfet Walidê Ehmed bese her ew sifet Fatîma dît û vegerya da mina Gote Evdillahê behsê Emîna Mislê wê nebûn şepal û nazenîn Nê di dînyê ne di firdewsa berîn Carîdî çu dît û ew nazik nîhal Lê vegera babetin herdû heval Hate Evdilmuttalîb rakir ji mal çûn ji babê xwestin ew rana şepal Weqîyek zîv û weqîyek zeheb Sed şitûr sed pez e wî dane weheb Sed beqer cûmle ciwan û samîne Bu hinarên pêkve nexta Emîne Hate Evdilmuttalîb vê seatê Kir tedarîk kar û barê dawetê çêkirin zad û teamam bil-eceb Hem qureyşî xwendin û hindî ereb Emîna xemlê ji rengê gûlşenê Zend û bazin rêştine ji rengê hinê Xweş newa û xweş eda hatin ereb Cuma bu ew şeb nehê mahê receb Wê şevê anîn nîkah û aqdê best Bûk û zava mane şerbet dane dest Der Mekkê meşhûrî bu ev gotina Evdillah zavaye bûke Emîna Hesret û kerbî hemî berbat kirin Wê şevê sed jin temamî jê mirin Bû û zava herdû çûne xelwetê şahîyane kefte baxê cennetê Zu di ridwanê vekir babê cinan Daketin dergehê nîran nagîhan Hur û xîlman û çem û teyr û nebat Hatine hemd û senayê xweş lûxat Ez demê can bexşî cîbrîlê emîn Mijde da ehlê semawat û zemîn Rabê mizgînî bibe ji mexlûqan re Ji asîman û erdê ta teht-es-sere Xûlxulê peyde bu der heft asîman Sewtê tesbîhê melek çu lamekan Hate xwarê Cebraîl û mijde da Keksê ala yek li banê Kabê da Mijde da mexlûqê ha ê behr û ber Cûmle heywanetan zanî ev xeber Xweş nîda hat ez yesar û meymene Nura Ehmed hatî çu nîk Emîne Hatê nuranî şef-îl mûznîbîn Hatê xeyr-ûn-nasê xetmûl mûrselîn Wê şevê hindî sanem bun sernûgun Textê iblîsê leîn buwa ji gun Lew li ser suret revî teşbîhê mar Hate gohê bo qûbeysê kir hewar Zûryeta wî cûnle hatin bê newa Ew çi hale bêje me wî gote wa Lew li min çêbuye tirs û zelzele Ba Muhemmed Emîna bu hamîle Hatî dewra Ehmedî dewra me çu Lat û izza dê bikat bê av û ru Yek j ime êdî nehiştin bit eyan Wî li me rê girt çûna asîman Ronîya herdu cîhan û millatan Ummeta wî çêtirîne ummetan Hate xwin rêzê cîhan qir seffaq Em ji deste wî hemî dê bin helaq Dê çi bit halê me û tedbîr û ray Ay û way û ay û way û ay û way Hem di sûbha wê şevê dewlet fûzun Textê şahanê cîhan bun sernûgun Bê tekelûm ma devê hindî milûk şah eger hakim eger mîrê bilûk Emîne gote şeş meh çûne ser Min ji hemla xwe nedî qet yek eser Ger divêtin hûn ji narê bin necat Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat Paşî şeş meh gote min awazê xeyb Min li te mizgîne Pakîze ceyb Wî digel te xatemê peyxemberan Nasixê herfa kîtab û defteran Lê di xewnê de me dîtin bê eded Enbîya û remz û nîşan û sened Ewwela min dî ji min nurek diçit Qesrê bûrsa min ji Eqsa wî didît Mahî ewwel hatî Adem teyyîba Kir selam û gote hemlê merheba Mahî sanî hatî şît ez meymene Gote min mizgîn li te ya Emîne Mahî rabi Nuh û Xamis Hud û hem Hatine mizgînî da min ez kerem Mahî sadis hatî ibrahîm Xelîl Da min mizgînî ji wê hemlê celîl Mahî sabi hatî ismaîl zebîh Mijde bexşî min ji wî hemlê melîh Mahê samin hatî Mûsa ba wefa ibşîrêya Emîne bil Mistefa Mahê tasi hatî îsa ji asîman Mijde da min hatî siltanê cîhan Ew ku şeş meh çûn ji hemlê mûnqelîb Gote Evdillahê Evdilmuttalîb Ba ticaret dê biçita semtê şam Der Medîne bar bikî temr û team Wê demê dê Emîna godek bibê Yek ziyafet lazime dawet bibê Evdillah an meh û ruwê gûlîzar Der Medînê şerbeta mergê wexwar Emrê Evdillahê bîst û pênc û sal Burî û kir ji wê dinya îrtîhal çûn ji Evdilmuttalîb ew waqîe Herdu çavê Emîna bun damîe Esmerê min ma ji xelkê karîwan Hatine pey dane ew ruh û rewan Kan habîbê min dilê min bu dûnîm Ax û hesret godekê min ma yetîm Dar û ber bo wî girîn wê seatê Av û ronîk nedînê qet mûhletê Hem melek rabûn û gotin ya kerîm Nê hebîbê te Mihemmed ma yetîm Malikê milkê ezîm da ew cewab çêtirim bo wî ji xeyra dê û bab Ey xwedawendanê aqlê mûsteqîm Kes nizanit qiymete dûra yetîm Ger divêtin hûn ji narê bin necat Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat Ez rebî-ûl ewwela şeb ruşene Heştê şev burîn li helmê Emîne Ya nehê zail jbu ji tirs û xena Ya dehê bu mijdedar xîf û mîna Yanzde hem bu xûlxûl û awaz û hem Zimzima tesbîh û hindî der herem Diwanzde hem hil bu şemala dewletê Emîna mabu tenê der xelwetê Wê şevê der Kabê Evdilmuttalîb Mabu bo tamîra erdê mûxelîb Emîna got mam bi tenî bê mêr û jin Ez demek tirsam û lerze hat emin Min dî xanî ronî bu xayet belê çarî jin hatin ji riknê menzelê Ba cemal û hisn û nuranî qemer Hûlleyê istebreq û sûndûs li ber Leleha têr ew ji ava kewserê Zûlfîha sed tena dane enberê Bejn û bala ser û sîmayê şefaf Min şibhandin tuxmeyê Evdilmenaf Yek li destê rastê hat û yek li çep Yek li pişt û yek li pêş min ba edeb Ew kî bun Hewa û Sara Asîye Yek li pêş min Meryema îmranî ye Meryemê hisn û melahat zêde bu Palveda bu ew ji bo min tekye bu Nagîhan bu zimzim û tesbîh û deng Ba lûxathayê muxtelîf reng û reng Rast û çep min di kewakip têk firin Qafê ta qafê cîhan bu enwerîn Pêkve dinya min dî buye qûrsê nur Meşriq û mexrib didîtin min ji dur Keskê ala yek di xerbêda me dî Yek li şerqê yek li banê Kabê dî Emrê Cebraîl kirî mîrê mezin Mijde da ehlê semawat û zemîn Daketin dergahê nîran bê guman şahîyane hur û wîldanê cinan Xûlxûlûn horî di qasrê cennetê Kî dizanit kar û barê qudretê Hatî Cebraîl melaîk fewce fewc çar kenarê mekkehê bune mewce mewc Nagîhan ez tîhnî bum wê seatê Min dî da destê min tasek şerbetê Sipî û wek şîr şêrîn wek esel Nê ji wê şî û esel bune mesel Min wexwar û tîhnî çu filhal ji min Teyrekî sipî hat û per malî di min Wê demê min bu Mihemmed Mistefa Nura can û madena sidq û sefa Ger divêtin hûn ji narê bin necat Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat Cûmle zeretê cîhan da ev nîda Kirne gazî pêkve gotin merheba Merheba ey sirrê furqan merheba Merheba ey derdê derman merheba Merheba ey canê baqî merheba Merheba ey işşaqî saqî merheba Merheba ey alî siltan merheba Merheba ey kanê îrfan merheba Merheba ey şemsê taban merheba Merheba ey canî canan merheba Merheba ey qurret-ûl aynî xelîl Merheba ey xasê mehbûbê celîl Merheba ey rehmeten-lil-alemîn Merheba ente şefî-ûl mûznîbîn Merheba ey afîtabê bê zewal Merheba ey mahê tabê layezal Merheba ey bûlbûlê baxê wîsal Merheba ey eşînayê zûl-celal Merheba ey nurî xurşîdê xweda Merheba ey tû ji heq nabî cuda Merheba matlubê alem her tû wî Merheba ewladê Haşem her tû wî Merheba ey nura heq ra mazharî Merheba ey ewlîyan ra serwerî Merheba hatî şivanê ûmmetê Merheba hat bo me nura dewletê Merheba ey bedrê alem ya mûnîr Merheba ey xelkê girtî destegîr Merheba siltanê cûmle enbîya Merheba ey nurê çeşmê esfîya Ger divêtin hûn ji narê bin necat Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat Helbest: Melayê Bateyî

Bêjebêje © 2015-2024