Seyid Elî Esxerî Kurdistanî
Ey Refiqanî Terîqet
Ey Refiqanî Terîqet
Ey refîqanî terîqet derdî îşqim çareken
Yan becarê bimkujin cergim be xencer pareken
Boç emin suçim çiye ey seruy bostanî îrem
Bê qebahet lêm zuyrît çake însaft bibê
Rojî cejne çawekanim mewsimî azadiye
Bo bela gerdanî balat qoçî qurbanim were
Sed hekîm hat û îlacî em birîney qet nekird
To îlacî zexmekem ke zû be loqmanim were
Çawekem bo rûy fîraqit dil denalê wek rûbab
Bo dû ebroy mîslî taqit bendî cergim bû kebab
Herkesê hat û witî min 'aşiqim birwa meke
Ta leser gonay nîşaney zexmî marangaz nebê
Min ke sûtanim nedîwe men'î giryanim meke
Aşiqî rûtim bequrban tîre baranim meke
Sed hekîm hat û 'îlacî em birîney qet nekird
To îlacî zexmekem ke zû be qurbanim were
Çawekem emro le gulşen gul be'îşewe xoy niwand
Nek nimek gîrbim be çawî to qesem hîç nemdiwand
Honrawe :Tahîr Begî Kurdî