the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Seyîd Fadilê Cizîrî

Heyran Jaro

VERSIYONA YEKEM Heyran jaro axx Ma ne wezê j' kulikê te dimirim hey heyy haho Hey jaro ma ne wezê j' kulikê te 'mirim Hey belê çavê reş û belek kilê siphanî (jê) nagirim Yarikê vî zemanî (bi) dev dost in Wey qelb û dilê xwe kafir in! Ayy heçîkê yarikê wan kêf û kara dilê wan be Milk û emlaka (ji) bav û birakê miho re şêrintir in û çêtir in! Hê hey jaroo ho ho ho De bila heyranê'm sax bê Wey belê dosteka wî jî vê re Hey de rabe keçkokê, cahêlê vê nanpêjê Hey yu yê nanik bipêjî yek bavê ser nêva devê sêlê Kul û meraqê heyranîkê xwe jê Hey belê çavê xwe paqij'ke hêceta vê dukelê Hey heyyy hey hey heyy De bila heyranê'm sax bê Wey belê dosteka wî jî vê re Hêhê hayîîîîî ax Heyran jaroo Tenûna Sindiya tenûna Sindiya hey heyy hayê hêy Hey jaro min go ber keviya Hey belê malan bar kir reşkê reş kona E' nizanim ne simbêlê heyranê min sortir in; Ne qurmizê ser destê keçikê van Cuhiya! Hey belê wezê heyranê xwe Cizîrê Banê Xanê nahêlim Ber gezê mêş û va pêşiyan! Wezê heyranê xwe bibim zozana Mela Mêrgê zozanê Teya Ber toz û ecacê va keriya Wezê destê heyranê xwe bigirim raserê mila Hewrexê Min go çêrîna kew û kêvrûşk û va kûviya Hey jaro ho ho hoo De bila heyranê'm sax bê Wey belê dosteka wî jî vê re Heyy de rabe keçkokê te keçînêê Hey min go memik hêkê ser hêlînêê Ma ne zozan xweş e hey delalê wez û tu biçînê Heyheyy hayîîîîî axx Heyran jaroo Çiyakê Cudî bi silsile û heheyy hayê hahoo Hey belê deştika Silopya Zaxoka Behdînan miqabil e Hebînîka dinya alemê pûç û betal û derewîn e Hey yê min û heyranê min jî j' eşqan û dil e Hey jaroo ho hoo De bila heyranê'm sax bê Wey belê dosteka wî jî vê re Hey de rabe keçkokê Bejn  û bal şitila wê bîşengê Hey belê mala bar kir keriya ketine wê astengê Min divê herim tewafa xala gerdana yarê Wey belê keçik vedixelê ji navtengê Heyheyy hey De bila heyranê min sax bê haho hahoo Hey belê babo dosteka wî vê re VERSIYONA DUYEM Heyran jaro axx Ax wezê j' kulikê te dimirim hey heyy hahoo Hey jaro min go wezê j' kulikê te dimirim Ay çavê reş û belek kilê siphanî nagirim Yarikê vî zemanî dev dost in Wey qelb û dilê xwe kafir in! Wey belê heçîkê yarikê wan kêf û kara dilê wan be Milk û emlaka bav û birakê miho re şêrintir in jaroo! De bila heyranê'm sax bê Wey belê dosteka wî jî vê re Ay de rabe min go keçkokê te keçînêê Ay min go memik hêkê ser hêlînêê Zozan xweş e wey delalê ez û tu biçînê Heyran jaroo Ay tenûna Sindiya hay haay hao Wey ber keviya, wey ber keviya Ay belê min go malan bar kir spî dike reş kona Simbêlê heyranê min sortir in J' qurmizê ser destê keçkokê van Cuhiya! Ay belê min go wezê heyranê xwe l' havînê Cizîrê Banê Xanê nahêlim Ber gezê va pêşiya! Ayy wezê delalê dilê xwe nabim zozana Min go Mila Mêrgê ber toz û ecacê keriya Ay belê wezê destê heyranê xwe bigrim Bibim raserê mila Hewrexê Pêşberê Ser Xaniyê Hey belê min go çêrîna kûviya jaroo De bila heyranê'm sax bê Wey belê dosteka wî jî vê re Ay de rabe keçkokê Bejn û bal şitila vê bîşengê hêhêhey Ay mala bar kir keriyo ketiye vê astengê hayhay hêy Ax belê min divê ez herim tewafa xala gerdana yarê Ax keçik vedixelê ji navtengê Hayê hayê hayê de bila heyranê'm sax bê Ay delalê dosteka wî jî vê re Heyran jaroo Ax wezê çi rûbara nabînim ji vî ekrabê he xweştiro Lê hayhayêê hê Ax heyran jaro min go wezê çi rûbara nabînim ji vî ekrabê he baştiro Ay belê wezê çi rîhana nabînim ji yê Amediyê reştiro Ezê çi yarika nabînim ax yarika wey min çêtiro Ay belê wezê çi dostika nabînim dostika xwe ya kemê spehîtiro De bila heyranê'm sax bê Wey belê dosteka wî jî vê re Ax heyranê minê têto Herê min go ji Zivingê hayhay hêê Ax delalê dilê min têto ji Zivingê Ay belê min go baranê lê kirîbû heriyê xwe avêtibû çeqmeqa vê tifingê Ay bila tu mêhvanê mala bavê min bûyayî Şevê nîva şevê min ê bida te jî ba doxînê heyanî ser delingê jaroo De bila heyranê'm sax bê Wey belê dosteka wî jî vê re Ay de rabe keçkokê hê hê cahêlê vê nanpêjê Ay belê min go tu yê nanik bipêje yek bavêje ser nêva devê vê sêlê Kul û meraqê heyranîkê xwe jê Wey belê çavê xwe paqij'ke hêceta vê dukelê Heyheyy de bila heyranê'm sax bê Ay belê min go dosteka wî jî vê re Heyheyheyyy hayîîîî Di hinek versiyonên ji dengên cuda de ev beşa jêr jî heye, lê di herdu versiyonên min ji devê Fadilê Cizîrî nivîsî de tune ye: Heyran, heke tu mazî çinî Xwe zinaran bernede lo! Heryan jaro, min got ; Heke tu mazî çinî xwe zinaran bernede Heke tu hevala û hogir bî; gotinan li min de! Na ne wele heke tu heval û hogir bî; Şevika nîva şevê rabe were Destê xwe bavê xal û nîşana gerdenê, sing u berê tu bernede! Heyanî sehera serê sibê Melayê azanê , sitêra sibê li me vede De jaro  ho ho ho hayê deşîfraşyon: rênas xendekî

Bêjebêje © 2015-2024