a photo of Seyidxan

Seyidxan

Gulazer

Rengê xwe bîxemlîne Kilên çavan lê bîne Bejn û balê bihejîne Gula zer Kurdistan e Hemû gul û rîhan e Li ser te şer û şan e Ez hebûna te heme Sorgula min Kurdistan e Tu kulîlka nîsanê Rengê xwe da cîhanê Bi dengê berxwedanê Evîna'm Kurdistan e Rengê xwe bîxemlîne Kilên çavan lê bîne Bejn û balê bihejîne Gula zer Kurdistan e Yara min pir şêrîn e Bilbil li ser dixwîne Derd û xema direvîne Tu warê Mem û Zin e Ji bedew e bejna te Cûdî û Agirî xemla te Dîcle û Firat keziyê te Pîroz be'l şervanên te Rojhilata navînê Gul kesk û sor û şînê Gula min keda jinê Gula min Kurdistan e

Bêjebêje © 2015-2024