the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Seyidxanê Boyaxçî

Feqî Heyran

Feqî qurban min got bejna te zirav e Lo pir dirêj e Ezê bala xwe didêmê li çem û kort û gelî mesîla Lo şax davêje Lo lo Feqî were ser barê heqîyê navê xwe ji min ra beje mala te li ku ye navê xwe bibêje Ax were lo were lo were lo Feqî lo yê Feqî digot qîza mele keçê mal xirabê Bejna min ne kin e ne dirêj e Wele kort û kanî mesîla îro şax davêje Eger tu ne eslê min dipirsî mala min li qaqisvanê ji min ra dibên Feqî Hesenê dengbêj e Ma here lê here lê here lê tu bela yî lê Qîza mele di got Feqî malmîrato ez ê bala xwu didimê morga şewitî ketime îro bi kakil û kuncî Mal xirabo tê da diçêre cotekî kewek gozelê pir narincî Lo Lo Feqî tu bi xatirê xwudê bikî tu azeb î yan zewicî Ax were lo were lo were lo Feqî cano Feqî digot qîza mele morga şewitî ketim bi kakil û kuncî Tê da digere cotek kewek gozelê narincî Mal xirabê sê caran hatim te ji bavête xwast bavê te te neda min Ez ê îsal bi çavê serê xwe gerîyam bi qinîyata dilê xwe û zewicî Ax here lê here lê here lê Bes e lê tu bela yî lê Qîza mele di got Feqî mal mîrato bejna te ji min ra bîna dara bîyê Hişina hatîye morga şewitî îro li ber hûcrê ber camîyê Lo Lo Feqî mal xirabo wer destê min bigire birevîne bibe bavê ser hêwîyê Ez ê çend salekî Feqîyê xwe ra bajom kar û bar û zewaca hêwîtîyê Ax were Lo were Lo were Lo Feqî cano Qîza mele digot Feqî malmîrato serîya malê me cade ye Kuro binîya malê me cade ye Pê da te re tê karwan û bazirgan û arebe û makîne ye Mal mîrato eger dilê te di min da heye were destê min bigire derxîne ji vî gundê me ye Eger dilê te diminda tune serê te bixwe law kitêbê xwe bigire here ji gundê me ye Ax here lo here lo here lo Feqî cano Feqî digot qîza mele mal mîratê serîya malê we cade ye binya malê we cade ye Wele bejna te vê sibekê ji min ra bîna rihana bi mane ye Keçê mal xirabê ka werê kitêbê min bide ez ê herim ji gundê we ye Serê te bixwe keçê wele eger ez ê herim ji gundê we ye Ma bese keçê ji derdê te ye Ax here lê here lê here lê ma tu bela yî lê Qîza mele digot malmîrato wele serîya malê me cade ye binya malê me cade ye pê da te re tê karwan û erebe ye Mal xirabo wele gotina gava dinê min got serê min û heft bavê min zêde ye Le la were mala bavê min tewla hespê te ye Were lo were lo were lo Feqî cano

Bêjebêje © 2015-2024