Seyrana Mûsa
Lê Gewrê
Lê lê gewrê, were wemê herine gundê gurca
Bextê te bedewê de wemê bikevine ber darik darî sinca
Wezê gewra xwe kawê kubar
Sibekê heta êvarê bikevine kêfi laqirdiyê dinyalikê way
De paşê nîvê şevê bira dilê ber serê mi mehrûmê Xwedê
Zendikê morî mircanê gewrê
Lê lê gewrê pireqazê nava geta
Wey delalê, pireqazê nava geta
Sing û berê gewra mi cî meskenê xalexeta
Xwazî şev şevê payîzê roj rojek bihara devê mi ber xala gerdenê keta
De bira destê mi bigirtana birana welatekî wisa
Bextê te me bedewê ber şerê çar dewleta
Lê lê gewrê bedewê, wezê herime gundê gurca
Wey bedewê, wezê bikevime ber darik darî sinca
Sibekê hetanî êvarê germa gundê gurca da dixebitim
Bextê te bedewê da me te ra sing û berê kawa gozel ra
Bi devayî mi canê gewrê, lê gewrê, lê lê gewrê