Seyrana Mûsa
Mêrdînê
Mêrdîn e xwaş Mêrdîn e
Berda xîxar e, biniyê da cew e jê kanî ne
Baldar im lo wî lo lo wî lo lo
Way xwîndar im lê wî lê lê wî lê lê
Mêrdîn e xwaş Mêrdîn e
Berda xîxar e, biniyê da cew e jê kanî ne
Meriv here bajarê Tilîbîsê
Nava qîz û bûka, eqil sevda hilîne
Xeme xeyalê xortê pê birevîne
Baldar im lo wî lo lo wî lo lo
Way xwîndar im lê wî lê lê wî lê lê
Mêrdîn e xwaş Mêrdîn e
Berda xîxar e, biniyê da cew e jê kanî ne
Wezê eyneke gozel dinihêrim
Sêsid sê cot zêrê xobanî ne
Wezê rabim yekê bişînim xwezgînî
Wekî dabû nedabû
Wezê kewa gozel birevînim gundekî der e
Xwîndar im lo, wî lo lo, wî lo lo
Wey xwîndarê bejna te me, wî lê lê wî lê lê way