the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şibliyê Çaçan

Cangîr Axa

Ay ay were lo bavo, lo lo bavo, lo bavoy, lo bavoy, lo bavoy Lo bavo dilê mi kubara sibê ye Lo xweyoy dilê mi kubara sibê ye Minê bala xwe dayê Cangîr axa, axayê êlê kekê Fedla De rênga Remeqeliyanî wêran da Kafir Hirço jî siyar e, kekê têye fenî ba ye De wê kupekê têye fenî ba ye Êlê berdê kekê Fedlayê de tu berdê Axayê êlê de tu berdê Qayîşa mawîzerê berav ke bavêje zendê De berî hezar hefsed mêrê Hemîdiyê hene Ê de xwar ke gêdûka Panosê derbas ke Ava Alîkendê De derbas kim Ava Alîkendê Ê de bira bêbextê romê ser talanê vê cemed e Xulam xizmetkara neşîne cerdê, ay ay ay Ay ay were lo bavo, lo bavoy, lo bavoy, lo bavoy, lo bavo Lo bavo, bejna kekê Fedla zirav e, mînanî spîndara dev geliya Lo xweyo, bejna mîrê mi zirav e mînanî spîndara dev geliya De divê bihar e belekiya xwe da berê çiya De bihar e belekiya xwe da berê çiya Cangîr axa kire gazî, gele koma pismama De rabin, destê xwe bidine ser tetikê eyneliyan Hewariya me tu car nayê Hewariya me maye Xwedê jor e, dîsa Şemsê lo me êzîdiya Ê de berdê kekê Fedla de tu berdê, axayê êlê de tu berdê Qayîşa mawîzerê berav ke bavêje zendê De berî hezar hefsed mêrê Hemîdiyê hene Ê de xwar ke gêdûka Panosê derbas ke Ava Alîkendê, ay ay Ay ay were lo bavo, lo bavoy, lo bavoy, lo bavoy, lo bavo Lo bavo, sibe ye dilê min î kînekîn e Lo xweyo, sibe ye dilê min î kînekîn e De divê hewarîkê kete nava romê, peya xwe peyê ra nagihîne Hê de peya xwe peyê ra nagihîne Kamil efendî kire gazî, go kuro lawo minê we ra negotibû karê wan talanê êzîdiya nîn e De karê wan talanê êzîdiya nîn e De tu îro kubara sibê ra ser me da girtiye Cangîr Axa, mîrê zirav, Xwedê zane lo rihistîn e Ê de berdê kekê Fedla de tu berdê, axayê êlê de tu berdê Qayîşa mawîzerê berav ke bavêje zendê De berî hezar hefsed mêrê Hemîdiyê hene Ê de xwar ke gêdûka Panosê derbas ke Ava Alîkendê, ay ay Ay ay were lo bavo, lo bavoy, lo bavoy, lo bavoy, lo bavo Lo bavo, meke xweyoy de tu meke De tu serê Şemsê xwe ke qasekî xwe tetika mawîzerê bi egle ke Hetanî koma pismama xetê çêlekê navtenga exte vekir Ê de xetê çêlekê navtenga ex te vekir De go kuro lawo exte bajon aliyê malê Gula barûdê fişenga lêkin Em ê bajon pêşiya bînbaşî romê De bira careke din qesta talanê êzîdiya neke Ê de berdê kekê Fedla de tu berdê, axayêê lê de tu berdê Qayîşa mawîzerê berav ke bavêje zendê De berî hezar hefsed mêrê Hemîdiyê hene Ê de xwar ke gêdûka Panosê derbas ke Ava Alîkendê, ay ay

Bêjebêje © 2015-2024