the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şibliyê Çaçan

Eyda Newroz

Li vê eydê ezîz Newroz Kaw kubarî qotikên koloz Bila vekin şemdan vêxin Saz û tembûr bi eşq lêxin Bikin şayî, bigrin govend Dijmina ra kurd nayên deng Alem dinya pê da zane Teva kurda zêrzemîn e Li vê eydê ezîz Newroz Kaw kubarî qotikên koloz Bila vekin şemdan vêxin Saz û tembûr bi eşq lêxin Şehîdê me roja Newroz Hemêz kirine azaya roz Ji steyra bext ax ne geş e Kurdistan ne hezinê reş e Li vê eydê ezîz Newroz Kaw kubarî qotikên koloz Bila vekin şemdan vêxin Saz û tembûr bi eşq lêxin

Bêjebêje © 2015-2024