the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şibliyê Çaçan

Lê Wayê

Oy oy oy lê wayê, lê wayê ay ay ay, lê wayê, lê wayê Deveray porkura xungay te şer be, nemîne rûbarî dinyayê Birîna Çaçanê birangê xedar e, xweyo kew lê nayê Lê wayê, lê wayêê ê, lê wayê, lêwayê ê ê Ez ê bêjim Qazê, Çîlê, Kêjê xwayê De werin por û guliyê xwe kur kin Herine ber Rebbê alemê dîlekê vê recayê De bêjin bavê me kal e, dayîka me gelekî wê bedhal e De bira mala kafirê gêrman ne xana Xwedê be Mal da hiştiye Şiblî tenê Xwedê zane tek tifal e Lê wayê, lê wayê, lê wayê Lê wayê, lê wayê, Qazê xwayê De mi go Bûdepêştê dinêrim, êvar e wê bû tarî De divê eskerê kafirî gêrman hatiye lê hêwirî De bira mala kafirê gêrman ne xana Xwedê be Te çawa gulekê berî bedena birangê mi daye, tayê bi tenê ye Mal da maye bêşika Şibliyê kurîn Xwedê zane çavê mi rênga bavê wî qerimî, lê wayê, lê wayê De Biray porkura xungay de şer be, nemîne rûbarî dinyayê Ê de çima kula kafirî gêrman dilê her çar xungê lo di dernayê Lê wayê, lê wayê ê ê, lê wayê, lê wayê Kejê xwayê De mi go birawo nekeve tevî, tevî sar e De divê dengê top û pilîmotî kafirî gêrman Te çawa ser birangê mi da zarezar e ay ay ay Kesekê tune cavekê bive nehiya Talînê gundê Qiziltepe ra Bibêje Almas xwayê Çaçanê Hiseyn sondekê xwariye Heta dijmin ad neke nayê rayê De lêxê, de lêxe birangê mino de tu lêxe Nav û dengê welatê Sovyetê giran e Xwedê zane rûbarî ha dinê xe Lê wayê, lê wayê ê ê, lê wayê Çîlê xwayê De mi go ezê quling bûm diqîriyam Ketime welatê Bûdepeştê, nava cinyaza digeriyam Kesekî tune saloxê cinyazê birangê mi ra bida Ezê por û poşman ser kalebavê xwe da vegeriyam, lê wayê, lê wayê De beray porkura xwungay te şer be, nemîne rûbarî dinyayê Birîna Çaçanê birangê xedar e xweyo kew lê nayê *Tevî: Tabya

Bêjebêje © 2015-2024