the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şibliyê Çaçan

Semend Sîyabendov

Bavo hewar e, xweyo hewar e, hewarekê çi giran e Şerê dewleta Sovyetê kafirî german e, kafirê german dinya hilda hate ser me yo yo yo yo Hey lo bavo emê ûrisê pîr binêrim çem û kanî Kafirê german top cebilxanê xwe anî li virê danî Serekê dewleta Sovyetê kire gazî Go gelî birano gur gumanê min nagîje li vî şerî De divê kafirê german dixwaze welatê me bike lo kafirstanî Bavo şer e yo yo yo yo, xweyo şer e yo yo yo yo Bavo hewar e, xweyo hewar e, hewareke çi giran e Şerê dewleta Sovyetê kafirê german e yo yo yo yo yo Hey lo bavo em ê ûrisê pîr binêrin li vî tatî Kafirê german şerekê me ra daniye bi xeletî Mînanî gurekî devbixwîn ber welatê me da hatî Semendê Siyabend erefê meydanê kire gazî Go gelî birano çê bin çê bixebitin Hatin çûna kafirê german ser welatê me da bikin qatî Bavo şer e yo yo yo yo, xweyo şer e yo yo yo yo Bavo helan e, xweyo helan e, helaneke çi giran e Şerê dewleta Sovyetê kafirî german e yo yo yo yo Hey lo bavo, Semendê Siyabend serkarê ordîke giran e Kîjan qeleçiyê berê xwe didayê lê dikire ferman e Bi dijmina dikire qîrîn, notlanî şêran e Xwedê va eyan e, qorîniya bavê Sîmêra teyra, daxa da serê çiyan e Kafirê gêrman top cebilxanê xwe dihiştin direviyan e Gava ku dinya Semendê Siyabend kurê kurmancan e Erefê meydanê nahêle koka dijminan e Efado de tu lêxe, kekê Tîtal de tu lêxe Revê dijmin xe, nav û dengê welatê me rûbarî ha dinê xe Bavo şer e yo yo yo, birano şer e yo yo yo Bavoy mizgîn e, xweyoy mizgîn e Mizgînekî xêr û xwaşiyê yo yo yo yo yo yo yo Hey lo bavo em ê cewabekê xêrê bidine nehiya Elegezê, gundê Sengerî ye De em ê bêjin mizgînîkê bidine dayîka Rihanê ye Divê Semendê te yê şerê giran da der mêrxasê dewleta lo Sovyetê ye Efato de tu lêxe, kekê Tîtal de tu lêxe, revê dijmin xe Nav û dengê miletê me rûbarî ha dinê xe

Bêjebêje © 2015-2024