the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şibliyê Çaçan

Şerê Remaqulîya

De vê keko, şerekê qewimiye Remequliyanê wêran e Lo bavo, qalekê qewimiye Remequliyanê wêran e Eskerê wê roma reşê wê giran e Êvara Xwedê da dora qeleçiya Şêx Simo kekê Alim da girtine lo çar aliyan e Şekirê ecem, Reşîtê Sadiq kirin gazî De go Hizniyê Hacî em ê bextê te dane De rabe cawabekê bide Cangîr axa, de bira nesekine hewara me ware De ferman e, ferman e, ferman e De divê sala hezar nehsed çardan e Erefê meydanê şer xwaş kiriye Şêx Simo şêxê êzdiyan e Xwadê zane kekê Alim timê mêrê heyfan e De vê keko şerekê qewimiye Remequliyanê wêran wê hember e Lo bavo qalekê qewimiye Remequliyanî wêran wê hember e Eskerê wê roma reş wê giran e Êvara Xwedê da dora Qeleçiya Şêx Simo kekê a da girtine lo hesebaderê De divê erefê meydanê bona xîret namûsê hatiye kuştin Îboyê Ozmîn şêrê min î lo dêm te mil e De berdê berdê siyarê Dûma de tu berdê Ê de heyfa Îboyê Ozmîn hê li erdê De vê keko, şerekê qewimiye Remequliyanê wêran kubara sibê Lo bavo, qalekê qewimiye Remequliyanê wêran kubara sibê Eskerê wê roma reşê wê giran e Êvara Xwedê da dora qeleçiya Şêx Simo kekê Hîvda girtine hesabê teyra teyrokê Şekirê ecem, wê bi Reşîtê Sadiq hewariyê didine komê De go Şêx Simo teyê mêrane xayîntiya vana kê roj e Ne te digo ez ê şaşa kim nîşana çevê kewê De ferman e, ferman e, ferman e De sala hezar nehsed çardan e Erefê meydanê şer xwaş kiriye Şêx Simo şêxê êzdiyan e Xwadê zane kekê Alim timê mêrê heyfan e De bê keko emê Remequliyana wêran dinêrin giya hêşîn e De lê bavo em ê Remequliyana wêran dinêrin giya hêşîn e Eskerê wê Roma reşê wê giran e Êvara Xwedê da ser Qeleçiya.

Bêjebêje © 2015-2024