the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şibliyê Çaçan

Şîrînê Lo

Li me hatiye şerê nebixêr Gelî birano li me hatiye şerê nebixêr e De bira mala kafirî gêrman ne xana Xwedê be Ça me ra daniye şerekî mixeletiyê ye Bire xortê me tulsiz in, top kirine berê wan dane welatî Kêrçê Qirimê Dijmin ra ketibûn dewê wê dozê ye Şîrînê bira erefê meydanê kire gazî Go gelî birano çê bin çê bixebitin revê dijmin xin Nav û dengê welatê Sovyetê rûbarî dinê xin De bira mala kafirî gêrman ne xana Xwedê be De çawa mixenetî gulekê berî bedena Şîrînê bira dane Wey la mi korî li nemayê Mîrata gulê çiqa birîna birakê min diêşîne, ay ay ay Menal, efado menal, tîtalo de tu menal Xwedê mêrê Xwedê bi eyan e qûlan î Milê porkura xweynga te ranabin Welatê Kêpçê, tûncik temorî te xortanî Destekê birangê xwe ra bikira belkî Hey lo birawo yekê ji ha li berfa Gelî birano, emê Kêrçê binêr, bextê mi ra çiqas sar e De bera mala kafirî gêrman ne xana Xwedê be Topî polîmotê xwe berdanê hesabî gurî har e Efadî mêra, tîtalî govenda Şîrînê bira qeleçê da birîndar e Em ê rabin têlekê nexêrê bikşînin, nehiya Telîn lê gundê mi Heko ra Em ê bêjin Almastê porkurê, şeroy gulîbirê De were xwe bavê ber bextê hekîm doktora Ê de belkî melhemekê çêkin, wey la mi korî li nemayê Birîna Şîrînê bira gelekî ji xedar e Menal, efado menal, tîtalo de tu menal Xwedê mêrê Xwedê bi eyan e qûlanî Milê porkura xweynga te ranabin Welatê Kêpçê, tûncik temorî te xortanî Destekê birangê xwe ra bikira belkî Hey lo birawo yekê ji ha li berfa Gelî birano emê erdê Ûrisêtê dinêrin çiqa xweş e De bira mala kafirî german ne xana Xwedê be Şerekî mixeletî me daxistiye xana ortê Behra Reş e, hayê Em ê rabin têleke nexêrê bikşînin, nehiya Telînê gundê mi Heko ra Em ê bêjin Almastê porkurê, şeroy gulîbirê Were bala xwe bidinê da Şîrînê Elo, efadî mêra, tîtalî govenda birîndar e Xwedê zane porkura xwaynga wî nikare bive nexweşxanê Wey la mi korê, gelekî nexweşî wê bedhal e Menal, efado menal, tîtalo de tu menal Xwedê mêrê Xwedê bi eyan e qûlanî Milê porkura xweynga te ranabin Welatê Kêrçê, tûncik temûrî te xortanî Destekê birangê xwe rabikira belkî Hey lo birawo yekê ji ha li berfa

Bêjebêje © 2015-2024