Şibliyê Çaçan
Sozdalîyê
A hî were, were, were hayêêêêêê
Oy oy oy oy oy were, were, were hayê lê sozdayê, oy oy oy
A hî, keçikê digo lawiko delal Çemê Elegezê, hayê hayê lo lo lo, lemelem e
were were
Erê mi go wey maqûlo way, way, lo lo bextê te me, were were
De tê lawikê min î têlî delal eskerê xelas kî, ez kefîlê hayê heqê te me lo lawiko
Were, were, were, ware, were, were lo sozdayo
A hî, keçikê digo lawikê delal, te eskeriyê, hayê hayê, lo lo lo nefikire, wale walo
Herê mi go ser milê çepê rastê, hayê hayê lo lo lo, nefitile, were were
Herge pirsa nazlî delala xwe tê dipirsî
Kula dilê mi kula dilê te jî wele lê kûrtir e, ax lawiko
Were, were, were ha de were, were sozdayiyo
A hî, erê mi go keçikê dînê Xinûs xwaş e,hayê hayê
Lê lê lê, Bîngol ber da were were
Erê mi go te dêreçîtê, hayê hayê, lê lê lê kurtik ser da, were were
Herê mi go misîn hilde, wayê der da were were
Herê mi go erke Xwedê kerem kiribû
Destê min û kewa gozel wele destê hev da, ax lo lawiko
Were, were, were, hayê were, were lê sozdayê