the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Sidoyê Bozo (Sidîq Karliova)

Seyîdxanê Kerr

Sibeye dilê min bi kul e Bi xem e, bi birin e Maqulê seyîd an Îro dîsa daye pêşiyê Hela rabe Darê durbînê ji malê bîne Ezê bi çiyayê Talorekê Bi kelê Qijika Bi Kurtika Muşê Bi girê Resula Bi neqeba Seyida diketim Li ber çavê min îro Bi temamî kire reş e. Devê Alamanê kutaye nava guhê seklavî Xwe daye selefî siwara Mînayî gamêşekî boxe Bêhna barûtê bi ser ketiye Her daîm êrişê dibe pêş dixwaze şer e. Ez li êrişa wî mêze dikim Seidê Nado ye Bi timtêlê Cindiyê Dirbo ye Bi girêdanê Heci Mihemedê birê Mihê Kuzo ye Bi qama çûyinê Gula mala Emer Bavê Koroxlî Kekê Feto ye Ez dîsa bi durbînê mêze dikim Welle ev îrişa hanê Erişa Seyidxan bavê Silho Apê Dewrêşe li min axao.. Ez bi kurtika Muşê diketim Min dît li Girê Resûla welle şere Tu bala xwe bidê Eskerê Romê lê dikişe li hev digere Min dî siwareki seklavî Devê Alamanê kutaye nava guhê seklavî Xwe daye selefî siwara Mîna gamêşekî boxe Bêhna barûtê bi ser ketiye Daim êrişê dibe pêş dixwaze şer e. Ez li êrişa wî mêze dikim Seidê Nado ye Bi timtêlê Cindiyê Dirbo ye Bi girêdanê Rizayê Xêlid gula mala Emer Bavê Koroxlî Kekê Fetê ye Bi xwedê kim ev êrişa hanê Ya Apê Dewrêş bavê Silho, Seyidxanê Kerr e.. Heyla Axao. Te şalvar şîno Şalê Mîdyadê bi ser berdao Heyfa çavê reş û belek di axa sar de mao Kul û kesera welatê Serhedê Dîsa di dilê te de şax û rih berdao

Bêjebêje © 2015-2024