the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Silbûs Û Tarî

Oxir Be

Eman eman min bêbavê Kuştin kurê min tevlî bavê Kolanên qiziltepê bûn gola xwînê Li bejna berxê min ne guleyek bû ne jî dudu Dayê min nizanî destê xwe bidim ser kîjan birînê Yadê min nizanî destê xwe bidim ser kîjan birînê Rojek payîzê, li berê êvarê Gotin oxir rêwî ye, jiyan bi min bû tarî Dar û kevir min barî Oxir be oxirê min Bide nav baxca Silavan ji min bide bavê xwe Digerim vegerim biroj û bişevan Çolan xistim, çiyan xistim weke mîyan û berxan Kincên we naşom, bila bêhna we jê bê Nivînan ranaxim, dilêm gelo şil nakê De loy de loy loy loy Destmala destê qîzano Çîçeka ciwanan Kelemê çavê dijminan Sêzde gule sêzde gule

Bêjebêje © 2015-2024