a photo of Sîmar

Sîmar

Cîranê

Erê Cîranê Cîranê Te bê sozê, bê îmanê Ka ew soza li eywanê Erê Cîran bextê te me Cîran tê û tê ji Mêrdînê Cohtê memka dihejîne Ew kî kore Cîran navê Erê Cîran bextê te me Bextê te û yê bavê te me Pişta derî li hêviya te me Rastî bêje te kî divê Erê Cîran bextê te me Bejna te ji dara behîvê Şewqa te wek ya heyivê Cerg û dilê min heliyê Erê Cîran bextê te me Bextê te û yê diya te me Ev pênç sale li benda te me Cohtê memkê te hewce me Erê Cîran bextê te me

Bêjebêje © 2015-2024