a photo of Sîmav Hisên

Sîmav Hisên

Siwarê xewnan

Pêrgî te bûm li ber çema dilêm firya kire sema bû yî hêvî,bû yî omîd bû yî jiyana j‘nêrgiz û lema. Dîsa were bibe mêvan l'feraşîna dil û çavan destê'm bigre dil rizgar ke j'xem û êşa ,derd û kovan . Te payîza vînê geş kir kire buhar, b'hezar reng kir wek perwana te ez kêşam bûme dîlber û te dil bir Siwarê xewnan dûr neçe were ba min, dil bipêçe bibe mîrê kişwera min û dil j' xwe re bike tac e.

Bêjebêje © 2015-2024