a photo of Sîmir Rûdan

Sîmir Rûdan

Ava Şêt Diherike

Bi gav û saet dixebitî Digot ez ê bibime Prefesorê vî karî Bila min bibînine Bi gav û saet dixebitî Ji destan nediket telefon Çi bikira nîşanî me dikir Lê tiştek fam nedikir Ava şêt diherikî Li benda kesî nedima Kortikek çêkiribû Di nav gerava wê de ma Bes e ne te xwe ker û kor kir lo Bes e ne te xwe ker û gêj kir Bes e ne te xwe lal û dîn kir lo Bes e bes e bes e bes e Bes e ma ne bes e Bes e ne te xwe ker û kor kir Bes e ne te xwe ker û gêj kir Bes e ne te xwe lal û dîn kir lo Bes e bes e bes e bes e Bes e îcar ma ne bes e Roj li dikanê şev li malê Nava heftê, dawiya heftê Êdî nikare xwe jê bike Xwelî li serê xwe dike Xwelî li serê xwe dike

Bêjebêje © 2015-2024