a photo of Sîmir Rûdan

Sîmir Rûdan

Bajarî

Bajarî ye bajarî Dûr ketîye ji gundê xwe Êdî lê venagere Dibêje çi bikime ez ê li wê dê Dergîstî di bin milan de Wê hema dibe sînemayê Guhar û porê dirêj Zincîr li ser şalê çirayî ye Vegere mala xwe Cîhê te ev der e Nexweşî nemaye wek berê Direqisin, ji kêfan em direqisin Bajarî bûye bajarî Pişta xwe daye gundê gewr Asê kiriye bi tayê Mûsil Ne bawer im jê veqete ew Bavê wî diqehire dê digirî Ji hev re dibêjin em ê çi bikin Çû hêdî di ser me de nehat Dibêje cîhê min gelek xweş e Kuro! Vegere mala xwe Cîhê te ev der e Nexweşî nemaye wek berê Direqisin, ji kêfan em direqisin Bajarî ye bajarî Dûr ketîye ji gundê xwe Êdî lê venagere Dibêje çi bikime ez ê li wê dê Dergîstî di bin milan de Wê hema dibe sînemayê Guhar û porê dirêj Zincîr li ser şalê çirayî ye

Bêjebêje © 2015-2024