Sîmir Rûdan
Doşeka Xemrî
Tiştên xwe hemû dabûn hev
Ji xeynî doşeka xemrî
Çavên wî lê ketin hat bîrê ku
Jê re anîbû ji mala bavê wxe
Li cem hev bûn , li hev neketibûn hê
Ma ne ji bo wûn hatibû vî bajarî
Qey ji bo kê hatibû vî bajarî
Dibêjiyê “were min
Bibêje min çima ho dikî
Tiştan çima mezin dikî
Qey tu nabînî ji derdê te dimirim
Ji navê te pê ve ez nabêjim :
Leylê!”
Bajarê hê bibû barekî giran li ser piştê
Da xwe rabû go ez ê biçim ji vê de
Ez e jî biçim, ez e jî herim!
(Dîsgotin)